Serok Barzanî: Leyla Qasim sembola xwe neçemandin û cangorîdanê ye

12 May 2019 14:21 0 dîtin
Serok Barzanî: Leyla Qasim sembola xwe neçemandin û cangorîdanê ye

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya 45emîn salvegera bidarvekirina keça Kurd Leyla Qasim peyamek belav kir û got, “Leyla Qasim sembola xwe neçemandin û cangorîdanê ji bo me hemûyan e.”

Serok Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir: “Leyla mînakeke bilind a keça Kurd û mirovê Kurd e ku şehîdbûna wê wekî şanaziyek qebûl kir û serê xwe ji bo dijmin û celadan nizim nekir û dîrok ji bo xwe û gelê xwe dirust kir.”

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro çil û pênc sal di ser sêdaredana Leyla Qasim û rêhevalên wê re derbas dibin. Leyla Qasim bi sedema Kurdbûn, azadîxwazî, bîr û baweriyê ve giyana xwe gorî kir û hate şehîdkirin.

Leyla mînakeke bilind a keça Kurd û mirovê Kurd e ku şehîdbûna wê wekî şanaziyek qebûl kir û serê xwe ji bo dijmin û celadan nizim nekir û dîrok ji bo xwe û gelê xwe dirust kir.

Leyla Qasim sembola xweneçemandin û cangorîdanê ji bo me hemûyan e. Ew bi şehîdbûna xwe ji bo dost û dijminan selmand ku wefadariya ji bo Kurdistanê li ser rûyê hemû tişteke û mirina serbilindane pir bihatir e ji jiyana bindestî.

Silav li giyanê pakê şehîd Leyla Qasim û hevrêyên wê û hemû şehîdên rêya azadiyê...