Ji Serok Barzanî peyama salvegera sehîdkirina Leyla Qasim

12 May 2020 14:44 0 dîtin
Ji Serok Barzanî peyama salvegera sehîdkirina Leyla Qasim

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 46emîn salvegera şehîdkirina şoreşgera Kurd Leyla Qasim ji aliyê rejîma dîktator a Beas ve peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Îro çil û şeş sal li ser li sêdaredana Leyla Qasim û hevalên wî da derbas dibe. Leyla mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurd e ku şehîdbûna xwe wekî şanaziyekê hilbijart, lê belê amade nebû jiyana serşorî û bindestiyê qebûl bike."

Serok Barzanî li ser twitterê jî bi îngilizî li ser salvegera şehîdkirina Leyla Qasim got, "Îro salvegera şehîdkirina Leyla Qasim ji aliyê rejîma dîktator a Beasî ya Bexdayê ve ye. Rûhê wê şad be. Şehîd Leyla Qasim wê heta hetayê di bîr û ramanên Kurd de be."

Peyama Serok Barzanî:

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro çil û şeş sal li ser li sêdaredana Leyla Qasim û hevalên wî da derbas dibe. Leyla mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurd e ku şehîdbûna xwe wekî şanaziyekê hilbijart, lê belê amade nebû jiyana serşorî û bindestiyê qebûl bike.

Silav li giyanê pak ê şehîd Leyla Qasim û hevalên wê û hemû şehîdên rêya azadiyê...

Mesûd Barzanî
12.05.2020

Em Şêrejina Kurd Leyla Qasim bi rêzdarî bibîr tînin...