Demirtas ji girtîgehê destê xwe dirêjî Erdogan kir...
PeyamaKurd - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş di beşa piştî nîvro ya parastina xwe ya dadgehê de ku ji Girtîgeha Edirneyê bi rêya SEGBISê beşdarî kir de got, heger Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di warê demokrasiyê de gaveke bavêje em dê ber bi wî ve 10 gavan bavêjin.
Demîrtaş wiha wiha axivî: “Serokomar Erdogan berî çend rojan got ‘kesekî gaveke ber bi me ve bavê jî em dê 10 gavan bavêjin’. Ev gotina wî her derbarê çi dibe û ji kê re gotibe, em jî jê re dibêjin eger ew di mijara demokrasiyê de gaveke bavêje em dê 10 gavan ber bi wî ve bavêjin. CHP, ÎYÎ Partî û MHP di serî de partiyên dervey parlamentoyê jî di mijara demokrasî û aştiyê de înisiyatîfê li xwe bigirin em dê ber bi wan ve jî gavêm pêwîst bavêjin. HDP,ez û dengdêrên me, her kî helwesta xwe di aliyê demokrasiyê de nîşan bide em dê ligel wan bin. Em dê tevahiya partiyan bişopînin. Em ne beşeke hevpeyamniya Cumhur û ne jî ya Millet in. Em ligel demokrasiyê ne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin