Erdogan: Ji destê Kiliçdaroglu were wê Ocalan û Demirtas azad bike!

09 September 2022 17:51 0 dîtin
Erdogan: Ji destê Kiliçdaroglu were wê Ocalan û Demirtas azad bike!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyip Erdogan, di vegera serdana xwe ya Bosna, Sirbistan û Xirvatistanê de daxuyanî dan rojnamevanan.

Erdogan bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu yên derbarê vegerandina ser kar a karmendên bi KHKyê (Biryarnameyên Hikmê Qanûnê) ji kar hatine dûrxistin da.

Erdogan got, “Çiye; Derbarê FETOyan, KHKyiyan de dibêje `ez ê wan berdim.` Tu kî yî, tu çi berdidî. Eger ev dewlet dewleteke hiqûqê be, di vê dewleta hiqûqê de desthilatdariya ku wê vê biryarê bide diyar e. Ku der e? Daraz e. Daraz biryara vê dide. Lê ew, vê biryarê ji darazê re nahêle, ew dê wê biryarê bide. Yanî ji xwe ev darazê jî nasnakin, qanûnê jî nasnakin. Divê ji Bay Kemal re bê pirsîn, `Ti vê desthilatdariyê ji ku ve werdigrî. Lê yên ku li dora wê maseyê ne jî di derbarê vê mijarê de ecêbiya wan heye. Carek desthilatdariyeke wiha wiha tune ye.”

Di dewamê de jî Erdogan diyar kir: “Niha ji destê van bê wê çi bikin; dê bibêjin `ez ê Abdullah Ocalan jî bi biryara KHKyê berdim.` Wê ji bo Demirtaş jî bibêjin. Wê ji bo yên din jî bibêjin. Desthilatiyeke wisa heye? Heta ku em li vî welatî siyasetê bikin ev kar ne hêsan in.”