Kiliçdaroglu: Di destê Soylu de agahiyên ku Erdogan bixe rewseke nebas hene
PeyamaKurd – Serokê partiya opozîsyona Tirkiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser daxuyaniyên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku piştî mikurhatinên mafyager Sedat Peker dan diyar kir, gelek zanyarî di destê Suleyman Soylu de hene ku dikarin Erdogan û derdora wî bixin rewşeke zehmet, lê dozger bi erka xwe ya lêpirsînê ranabin û ev jî tawan e.
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di bernameyeke televîzyona Fox a Tirkiyê de li ser îtîrafên Sedat Peker û tometên derbarê berpirsên AKPê û hikûmetê de got, tevî wan gotin û îtîrafên cidî yên derbarê berpirsên hikûmetê de heta niha dozger neketine nav tevgerê.
Serokê CHPê got, mafya hevpeymana sêyem a Tifaqa Cumhur e û diyar kir, her roja ku hilbijartin paş bikeve, windahî ye ji bo Tirkiyê û li ser wan mikurhatinên Sedat Peker destnîşan kir, hemû pirsnameyên wan ên derbarê vê mijarê de hatine redkirin û wiha pê de çû: “Nav, cih, dem diyar e. Her tişt aşkere kiriye. (Peker) dibêje ev tişt qewimîne! Lê ji ber ku ji jor ferman nîne dozger lêpirsînê venake. Bêyî ku fermanê werbigire, divê dozger lêpirsînê bide destpêkirin.”
Kiliçdaroglu li ser daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku gotibû, siyasetmedarek mehane 10 hezar dolaran ji Sedat Peker werdigire û behsa bûyerên 17/25 Kanûna 2015an kiribûn ku wê demê ji malên hinek wezîrên hikûmeta Erdogan de, bi qutiyan pere hatibûn derxistin û wiha axivî: “Di destê Soylu de gelek zanyarî hene ku dikarin Erdogan û derdora wî ya nêzîk bixin rewşeke zehmet.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin