Kiliçdaroglu: Îradeyeke nav partiya Demirtas a bi Erdogan re lihevkirî ew da girtin

17 May 2024 18:55 0 dîtin
Kiliçdaroglu: Îradeyeke nav partiya Demirtas a bi Erdogan re lihevkirî ew da girtin

PeyamaKurd – Serokê berê yê CHPe Kemal Kiliçdaroglu, li ser rexneyên ku ji ber piştgirî daye rakirina parêzbendiya parlamenteran li parlamentoyê Selahattîn Demirtaş û hevalên wî hatine girtin, bertekek tund nîşan da.

Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş û hin berpirsên din ên DEM Partiyê piştî ku di Doza Kobaniyê de Demirtaş bi 42 salan hate cezakirin Kiliçdaroglu bi hinceta piştgirî daye rakirina parêzbendiya parlamenteran rexne kirin û wek berpirsê cezakirina siyasetmedaran nîşan dan.

Kiliçdaroglu, îro 17ê Gulanê li ser hesabê xwe yê Xê yê medya civakî bersiva wan rexneyan da û got, kesê herî zêde li dijî bêhiqûqiya dozên Kobaniyê derketiye ew bi xwe ye û ji yên rexneyan li wî digrîn daxwaza ‘dilsozî û wêrekîyê’ kir.

Ditirsin Erdogan rexne bikin

Kiliçdaroglu di parvekirina xwe de bal kişand ser ku ji ber ditirsin berpirsê yekem ê cezakirina siyasetmedaran ango Erdogan rexne bikin, vê dikin û got, “Ji bilî min heta niha min nedîtiye kesekî ji deshilatdariya niha re gotiye dîktator”.

Serokê berê yê CHPê destnîşan kir, “Îradeyeke ji nav partiya Birêz Demirtaş a bi rejîma AKPê re li hev kirî jî di nav de, bi derew û bêbextiyan, di bin perdekirina têgeha ‘rakirina parêzbendiyan’ de, ew dane girtin.”

“Bila mirov kuştiyê şera be ne girtîyê rovîya be”

Kiliçdaroglu di peyama xwe ya dirêj de diyar kir, “Ezê nebim ji wan kesên Birêz Demirtaş bi tenê dihêlin” û bi gotineke pêşiyan a Kurdî dawî li peyama xwe anî: “Bila mirov kuştiyê şera be ne girtîyê rovîya be.”