Erdogan ji bo F-16 an: Biden got; ‘ji destê min çi were ez ê bikim’
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di dema ji Romayê ji civîna zîrweya G20 an dadigeriya, di balafirê de pirsên rojnamevanan bersivand. Erdoğan behsa diyaloga navbera xwe û Biden ya ji bo F-16 an kir û weha got:
“Me 1 mîlyar û 400 mîlyon dolar pere daye. Em li ser mijara F-16 yan axifîn. Min tiştekî neyînî nedît. Biden got: ‘Dibe em di wextekî kurt de encamê nestînin. Hun dizanin di 2 beşan de derbas dibe. Meclisa Nûneran û Senato. Rewş malûme 50-50 lê ji destê min çi were ez ê bikim.’ Min jî jê re got ‘ez bawerim tu dikarî biserbikevî û ez dibînim ku giranî li aliyê te ye.’”
Erdoğan li ser têkiliyên Amerîkayê û Tirkiye û bê li ser kîjan babetan bi Biden re axifîne weha got:
“Civîna me samîmî bû. Mevlut Beg, İbrahim Beg û Hakan Beg min re bûn. Bi Biden re wezîrê karên derve û kesên ji ewlehiyê û îstîxbaratê berpirs bûn hebûn. Me civînê di şertên gelek baş de da dewamkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin