Namzedê Komarî: Amerîka di her rewsê de pistgiriya Kurdistanê dike
PeyamaKurd – Namzedê Komariyan yê Kongreya Amerîkayê Jerry Torres ragihand ku pêwendiyeke wî ya baş a bihêz bi xelkê Kurdistanê re heye û diyar kir, “Amerîka di her rewşê de piştgiriya Kurdistanê dike.”
Jerry Torres ji K24ê re gotiye, “Kurdistan herêmeke xweşik e, ji bo min ecêb e ku hê jî beşek ji Iraqê ye. Ger ez ji bo Kongreyê bi ser bikevim, wê pêwendiyeke min a bihêz bi Kurdan re hebe û ji aliyê aborî ez ê alîkariya wan bikim. Herwiha ez dê xelata wan ji bo tevlîbûna wan a di nehiştina DAIŞê de bidim wan.”
Namzedê Komariyan ê Kongreya Amerîkayê destnîşan kir, “Ez ji Kurdistanê û Kurdan hez dikim, ew bi awayekî qanûnî beşek Iraqê ne. Ez bi her awayî piştgiriya wan dikim. Pêwendiyeke min a baş, bihêz û vekirî bi xelkê Kurdistanê re heye. Herwiha Amerîka di her rewşekê de piştgiriya Kurdistanê dike. Her alîkariyekê bixwaze jî, em pêşkêşî wê dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin