Hosmend Resîd: Amerîka pistgiriya ji bo Pêsmergeyan berdewam dike
PeyamaKurd – Cîgirê Fermandarê Hêzên Îdare û Lojîstîk yê Hêzên Pêşmerge Hoşmend Reşîd, ragihand, Amerîka berdewam e li ser alîkariyên madî, lojîstîk û leşkerî bo Hêzên Pêşmerge.
Reşîd îro diyar kir ku her çend rêjeya alîkariyan kêm bûbe jî, lê ev yek ji ber wê yekê ye ku her meh hejmara pêşmergeyan di çarçoveya bernameya alîkariyê de zêde dibe.
Di berdewamê de anî zimên:
“Amerîka piştgiriya xwe ya madî, lojîstîk û leşkerî ji Pêşmergeyan re berdewam dike. Kêmbûna alîkariyê ji ber zêdebûna hejmara pêşmergeyan e. 37.730 pêşmerge bi projeya ”Hesaba Min” alîkariyê distînin, yên din bi bankê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin