Amerîka: Pistgiriya me ji bo pêsmergeyan wê bidome!
PeyamaKurd- Fermandarê Navenda Oprasyonan yên li paytextê Iraqê li Bexdayê General Austin Renforth got ku ew ê piştgiriya xwe ji bo hêzên Iraqî û pêşmergeyan bidomînin.
Li gorî agahiyên çapemeniya Kurdî Generalê Amerîkî Renforth ziyareta Şehîdan ya li herêma Barzanê ziyaret kir û li vê derê pirsên rojnamevanan bersivandin.
Renforth wiha berdewam kir: “Ji bo ku hêzên pêşmergeyan ji nû ve werin sererastkirin, me budçeyeke girîng veqetandiye. Em dixwazin ku pêşmerge bihêztir bibe û bikaribe ku hêsantir IŞÎDê têk bibe. Em ê hêzên pêşmergeyan perwerde bikin.”
Berpirsê Eniya Mexmûrê Sirwan Barzanî jî bi Renforth re rawestiya û got ku hevkariya Amerîka û pêşmergeyan wê bidome. Amerîka wê piştgiriya xwe ji bo pêşmergeyan bidomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin