Ji Amerîkayê bo Barzanî: Wek dostekê pistgiriya me dê bidome

12 October 2024 08:53 0 dîtin
Ji Amerîkayê bo Barzanî: Wek dostekê pistgiriya me dê bidome

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêra paytext pêşwaziya parlamenterê amerîkî Seth Moulton kir.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin ku di civîna îro de behsa peywendiyên di navbera her du aliyan û pêşhatên dawî yên li herêmê hatine behskirin.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanînên xwe ji bo piştevaniya berdewam ya Amerîkayê ya bo Herêma Kurdistanê nîşan da.

Moulton got, “Kongreya Amerîkayê wek dostekê dê piştgiriya Herêma Kurdistanê bike.”

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, reformên di Wezareta Pêşmerge de û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn mijarên din ên civînê bûn û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû.