Serok Barzanî Konsûlê Îmaratê pêswazî kir: Dê pistgiriya bo Kurdistanê bidome
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li nivîsgeha xwe pêşwazî li Konsûlê nû yê welatê Îmarata Erebî li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm Seîd kir.
Li gorî daxuyaniya piştî hevdîtinê Konsûlê nû yê Îmarat, silavên serkirdayetiya siyasiya welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û pêzanînên xwe ji bo aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê nîşan da.
Konsûlê nû yê Îmarat li Hewlêrê, bi navê welatê xwe spasî xelkê Herêma Kurdistanê ya ji bo yarmetîdan û hevkarîkirina koçberan kir. Ev e jî xiste rû ku Îmarat di peywendiyên xwe yên li gel Hewlêr de berdewam dibe û dupat li ser piştevaniya welatê xwe ya ji bo yarmetîdana koçberên li Herêma Kurdistanê kir.
Serok Barzanî spasiya Konsûlê nû yê Îmarat kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera her du aliyan de, tekezî li ser bihêztirkirina peywendiyên siyasî û aborî û çandî yên di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê de kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin