Serok Barzanî pêswazî li sanda Îmaratê kir

26 May 2021 18:33 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li sanda Îmaratê kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Gulanê li Selahedîn, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmaratê Ehmed El Zahirî û şanda Heyva Sor a Îmaratê ya bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Desteya Heyva Sor a Îmaratê Mihemed El Felahî kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de şanda mêvan spasiya gelê Kurdistanê kir, ku bûye demeke dirêj deriyên xwe li hember bi sed hezaran aware û lêqewimiyan vekirine û pêzanînên wan ji bo xebata Serok Barzanî ya di bihêzkirina ferhenga pêkvejiyan û mirovdostiyê de hebû.

Şanda mêvan destnîşan kir ku tevî hebûna kêşeyên mezin ên Herêma Kurdistanê ji aliyê jêrxana aborî û debarê, gavên gelek baş avêtine.

Di beşeke din a civînê de şanda mêvan kurteyek li ser çalakî û karên xwe yên mirovî û xêrxwazî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê ji Serok Barzanî re pêşkêş kirin.

Herwiha di civînê de Serok Barzanî destxweşî li kar û çalakiyên Heyva Sor a Îmaratî kir û Îmarata Yekbûyî ya Erebî bi dostekî nêzîk ê gelê Kurdistanê wesif kir. Herwiha spasiya piştevanî û hevkariyên Îmarata Yekbûyî ya Erebî kir di alîkarîkirina Herêma Kurdistanê de ji bo hewandina aware û penaberan.

Serok Barzanî pêzanînên xwe yên taybet ji bo Cînişînê Ebû Zebî Şêx Mihemed bin Zayid û serkirdetiya Îmarata Yekbûyî ya Erebî pêşkeş kirin ku roleke wan a mezin di pêşkeşkirina welatê xwe de û herwiha kûrkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de heye.