Serok Barzanî pêswazî li Konsûlê Tirkiye yê Hewlêr kir

18 December 2022 15:05 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li Konsûlê Tirkiye yê Hewlêr kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Kanûnê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Hewlêrê Mehmet Mevlud Yakut kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku rewşa siyasî ya navçeyê, girîngiya ewlehî û aramiya Iraq-Kurdistanê, bandora wê li ser aramiya navçeyê û dostanî û pêwendiyên aborî-bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtinê de behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hat kirin û tekezî li ser bicihanîna rêkeftina di navbera aliyên siyasî û rengvedana wê li ser biryarên hikûmeta nû ya Iraqê hate kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de jî girîngiya bicihkirina rêkeftina Şingalê, vegera koçberan ser cih û warê bav û kalên xwe, bidawîkirina êş û azar û jiyana koçberiya xelkê devera Şingalê hat axaftin.