Serok Barzanî pêswazî li konsûlê nû yê Amerîkayê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li konsolê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê Robert Palladino kir.
Di hevdîtinê de ku Robert Waller Konsolê berê yê Amerîka li Hewlêr amade bû, rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û proseya siyasiya Herêmê guftûgo kirin.
Konsolê nû yê Amerîka tekez li wê yekê kir ku welatê wan xwazyarê Herêma Kurdistaneke bihêz û yekrêze û Amerîka herdem rêz ji bo îrade û xweragiriya gelê Kurdistanê hebû û ragihand ku Amerîka bi dilgiraniyê ve temaşa gefa siyasî û emnî ya li ber Iraqê dike.
Her li vê civînê de tekez li ser prensîpên pêkvejiyan û azadî û wekhevîxwaziyê ya wekî bingehek ji bo aramî û geşkirinê kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasî erk û keda Konsolê berê yê Amerîka li Hewlêrê kir û heman demê de jî hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû yê Amerîka li erk û karên wî da xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin