Serok Barzanî pêswazî li Balyoza nû ya Amerîkayê kir: Wê pistevanî û pêsvebirina pêwendiyan dewam bike
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 16ê Hezîranê roja Pêncşemê pêşwazî li Balyoza nû ya Amerîka li Iraqê Alina Romanowski kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevîtina Konsulê Amerîka yê Hewlêrê Robert Pallandino jî beşdarî kiriye de, Serok Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna balyoza nû ya Amerîkayê kir û hêviya serkeftinê di erk û karên wê yên nû de jê re xwest.
Di beşeke din a civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê hatin axaftin û Serok Barzanî hizir û nêrînên xwe derbarê proseya siyasî û çareserkirina qeyrana siyasî ya Iraqê de anî ziman.
Balyoza Amerîka ya Iraqê ji bilî balkişandina ser aramiya Herêma Kurdistanê, tekez kir ku welatê wê di piştevanîkirin û hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşvebirina pêwendiyan di warên cuda de berdewam dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin