Serokwezîr Barzanî pêswazî li Balyozê Tirkiye yê Iraqê kir

29 July 2021 17:05 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî pêswazî li Balyozê Tirkiye yê Iraqê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 29ê Tîrmehê pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê Alî Riza Guney kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Tirkiyê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwast ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re.

Balyozê Tirkiyê daxwaz û amadehiya temam a welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan di hemû waran de, bi taybetî geşepêdana guhartina bazirganî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşan da.