Pompeo û Mesrûr Barzanî axivîn: Pistgiriya Amerîkayê dê berdewam be

23 July 2019 20:15 0 dîtin
Pompeo û Mesrûr Barzanî axivîn: Pistgiriya Amerîkayê dê berdewam be

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî û pîrozî lê kir.

Malpera fermî ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku di pêwendiya telefonî de Pompeo bal kişandiye ser dostaniya Amerîka û Kurdistanê ya demdirêj û Mesrûr Barzanî ji bo erka wî ya serokwezîriyê pîroz kiriye.

Herwiha di pêwendiya Pompeo û Barzanî de mijara serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên navbera herdu aliyan hatiye rojevê û Serokwezîr Barzanî jî daye xuyakirin ku ew dixwazin pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin û ew dê ji bo çareseriyê di hewlên xwe de berdewam bin.

Herwiha di hevdîtinê de Serokwezîr Barzanî ji Pompeo re daye xuyakirin ku hîn metirsiya DAIŞê berdewam e û girîngiya hevkariya serbazî ya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê aniye ziman.

Di wê pêwendiyê de mijarên bernameya reforman a hikûmeta Kurdistanê û piştgiriya bo koçberên hatine Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin ku Pompeo li ser wan mijaran soza piştgirî û alîkariyê daye herêma Kurdistanê.