Mesrûr Barzanî: Em bi pirrengiya aborî û pistgiriya cotkaran sozên xwe bicih tînin

29 November 2023 20:16 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em bi pirrengiya aborî û pistgiriya cotkaran sozên xwe bicih tînin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, hikûmeta Kurdistanê bi pirrengkirina aboriyê û piştgirîya cotkaran sozên ku dane bicih dikin.

Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya Facebookê got: “Pirrengiya aborî, piştgirîkirina cotkaran û bihêzkirina sektora taybet, sozên ku em bicih dikin in.”

Li ser hinardekirina hingivî Kurdistanê bo derve jî Mesrûr Barzanî diyar kir: “Hinguv beşeke girîng a berhema me ya niştimanî ye. Xweşhal im ku ji îro ve hingivê Kurdistanê yê bi kalîte li bazarên Qeterê peyda dibe û zêdetirî 2 ton hingiv bi awayekî serketî bi rêya asmanî hat hinardekirin.”

Hêjayî gotinê ye, di çarçoveya karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, îro 29ê Mijdarê du ton hingivê Kurdistanê yê bi kalîteya bilind, bi riya asmanî gihîşt Qeterê.