Mesrûr Barzanî: Em pistgiriya lidarxistina hilbijartinan dikin

03 April 2024 11:29 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em pistgiriya lidarxistina hilbijartinan dikin

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew piştgiriya lidarxistina hilbijartinan dikin û diyar kir ku divê rêz li pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê bê girtin.

Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya “X”ê de derbarê mijarê de ev agahî dan:

“Di hevdîtina xwe ya bi Xanim Jeanine Plasschaert de, min dubare kir ku em piştgirî didin lidarxistina hilbijartinan û divê ew ji binpêkirinên destûrî û plansaziyê bêpar bin. Divê rêz li pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê bê girtin.”

Di daxuyaniya xwe ya roja 1ê Nîsanê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku ew hewlên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo diyarkirina rojekê ji bo hilbijartinên adil, azad û baş li Herêma Kurdistanê teşwîq dikin.