Amerîkayê ji bo pistgiriya serbixweyiya darazê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir
PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîka ya Hewlêrê bi peyamekê erkdarkirina Serokê nû yê Dadgeha Temyîzê û Konseya Darazê Ebdulebar Ezîz Hesen ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pîroz kir.
Di peyama ku Balyozxaneyê li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kiriye de, piştgirî da axaftina Nêçîrvan Barzanî ya dema sondxwarina Ebdulcebar Ezîz Hesen ya derbarê serbixweyiya darazê de û ew pîroz kir.
Herwiha tê gotin, “Dewletên Yekbûyî yên Amerîka her tim piştevaniyê dide serbixweyiya darazê û serdestiya hiqûqî li Herêma Kurdistanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin