Amerîka: Em êrîsa tirsonekî ya DAISê sermezar dikin, wê pistgiriya me ya bo Pêsmerge bidome
PeyamaKurd - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa DAIŞê ya ser sengerên Pêşmerge şermezar kir û destnîşan kir: “Em piştevaniya xwe ya ji bo Pêşmerge didomînin.”
Di daxuyaniya xwe de Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê diyar kir: “Em bi tundî êrîşa terorîstên tirsonek ên DAIŞê şermezar dikin, ku şeva borî li nahiya Kuleco ya li navçeya Germiyanê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Amerîka rijd e li ser piştevanîkirina hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê û piştevaniya hewldanên wan ên ji bo baweriya berdewam a têkbirina DAIŞê dike.”
Di beşeke din a daxuyaniya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê de hatiye destnîşankirin: “Em sersaxî û hevsoziya xwe arasteyî malbatên wan pêşmergeyên wêrek dikin, ku di êrîşê de canê xwe spartin û birîndar bûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin