Bang li Amerîka û Îsraîlê: Pistgiriya Kurd û Durziyan bikin

08 December 2024 16:57 0 dîtin
Bang li Amerîka û Îsraîlê: Pistgiriya Kurd û Durziyan bikin

PeyamaKurd – Ayelet Shaked, wezîra berê ya Dad û Karên Navxwe ya Îsraîlê û endama kabîneya ewlehiyê, daxwaz ji rêvebiriyên Amerîka û Îsraîlê kir, piştî rûxandina rêjîma Esed li Sûriyê, piştgiriya Kurdan û Durziyan bikin.

Siyasetmedara Îsraîlî Ayelet Shaked di peyama xwe ya ku li ser medyaya civakî parve kir de wiha got: "Divê Îsraîl û DYA piştgiriyê bidin Kurdan û nehêlin Erdogan vê rewşê ji bo zirarê bide Kurdan bi kar bîne."

Şaked got: “Erdogan gelek caran ev yek bi wekîlên xwe yên cîhadîst ceriband û wiha dewam kir:

“Ev derfetek e ji bo zêdekirina hêza başan (Kurd û Durzî) û lawazkirina hêza xeraban (her kesê din). Divê Îsraîl vegere ser meşandina siyaseteke çalaktir û îtîfaqê ava bike."