Li Efrînê kesekî bi bombeyeke molotov êrîsî otobusa komeke çekdar kir

08 October 2020 13:37 0 dîtin
Li Efrînê kesekî bi bombeyeke molotov êrîsî otobusa komeke çekdar kir

PeyamaKurd - Li nav bajarokê Şera ya ser bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, serê sibehê kesekî nenaskirî bi bombeyeke molotov êrîşî otobusa komeke çekdar kir.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, derdora saet 02:30an de, kesekî nenaskirî bi bombeyeke molotov, êrîşî otobusa komeke çekdar li nav bajarokê Şera kir.

Li gor çavkaniyan, ji encama wê êrîşê agir bi otobusa çekdaran ket, lê heta niha nehatiye zanîn kesek ji çekdaran hatiye kuştin an birîndar bûye.

Herêma Efrînê zêdetirî 2 salan e di bin deste artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî wê ne.

Tirkiyê di destpêka sala 2018an de, di bin navê Operasyona Çiqlê Zeytûnê êrîşî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kir û piştî 58 rojên şer, di 18ê Adara heman salê de herêm xistin bin kontrola xwe.