Kesekî Afganî li Lizbonê êrîsî navenda Sîeyên Îsmaîlî kir: 2 kustî...
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Lîzbonê yê Portekîzê kesekî êrîşî ser navendeke Îslamî ya Şîeyên mezhebê Îsmaîlî kir û di encamê de du kes hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Li gorî ragihandina Polîsê Lîzbonê, êrîş 28ê Adarê roja Sêşemê bi kêran hatiye kirin û di encamê de du kes hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne û êrîşkarê ku bi xwe Afganî bûye bi birîndarî hatiye desteserkirin.
Medya herêmî ya Portekîzê ragihandiye ku êrîşkarê Afganî êrîş biriye ser navenda baskê Şîeyan ê Îsmaîlî li Lîzbonê ku du kes bi kêran hatine kuştin û êrîşkar jî bi lêdana guleyê ve ji aliyê polîsan hatiye desteserkirin.
Serokwezîrê Portekîzê Antonio Costa, êrîş wekî bûyereke munferît nirxand û got, hîn zû ye derbarê vê tawanê de şîroveyekê bikin.
Terîqeta Îsmaîlî baskekî Îslamiyên Şîe ye ku beriya niha jî rastî êrîşên hin komên Îslamî yên tundrew ên Pakistanî hatibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin