Li Bexdayê êrîsî ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê kirin
PeyamaKurd – Alîgirên Heşda Şeibî, li Bexdayê şeva borî li ber çavên hêzên ewlehiyê êrîşî ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kirin.
Li gor zanyariyan, hin ji kesên êrîşî ser baregeha PDKê kirine, bi otomobîlên leşkerî hatin cihê bûyerê û hêzên ewlehiyê agahdar kirin ku rêgiriyê li karê wan nekin.
Tê pêşbînikirin, niha rewşa siyasî ya Iraqê li pêş proseya pêkanîna hukûmetê û hilbijartina Serokkomar e, ji ber vê yekê dibe ku ev hewldanek ji bo têkdana vê proseyê be.
Zanyarî destnîşan dikin, hin kenalên nêzîkî mîlîşyayên çekdar, alîgir û çekdarên xwe han didin ji bo êrîşî ser baregeha PDKê bikin û wê bişewitînin.
Herwiha wan kenalên nêzîkî van mîlîşyayan, vîdyoyên êrîşkirina li ser baregeha PDKê jî belav kirin.
Hêjayî gotinê ye, Baregeha Liqê 5 ê PDKê li Bexdayê li navçeya Kirade ye û ev cara duyem e aliyê alîgirên Heşda Şeibî êrîşî wê dikin û dişewitînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin