Li Bexdayê bi mûsekekê êrîsî baregeha kompanyayek Brîtanî kirin

03 September 2020 12:32 0 dîtin
Li Bexdayê bi mûsekekê êrîsî baregeha kompanyayek Brîtanî kirin

PeyamaKurd – Piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qudis ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî li Bexdayê di destpêka îsal de, baregeh û berjewendiyên Amerîka û kompanyayên bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar dikin, rastî êrîşên mûşekî tên.

Li Bexdayê, baregeha kompanyayeke ewlehiyê ya Brîtanî, ku di parastina ewlehiya balafirxaneya Bexdayê de berpirs e, bi mûşekekê hat armanckirin.

Li gor medyaya Iraqî belav kir, îro berbangê baregeha kompanyaya ewlehiyê ya Birîtanî G4S li taxa Qadisiye ya Bexdayê bi mûşekekê hat armanckirin.

Herwiha hat diyarkirin, di encama ketina mûşekê de, ziyanên madî yên mezin çêbûne. Lê ziyanên canî nehatine zanîn.

Washington, Hizbulaha Iraqî û komên çekdarî yên nêzîkî Îranê bi wan êrîşan tometbar dike.