Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Tu bihane ji binpêkirina berdewam a Îranê re tuneye

21 November 2022 13:56 0 dîtin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Tu bihane ji binpêkirina berdewam a Îranê re tuneye

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek li ser êrîşên Îranê belav kir û da zanîn: “Tu bihane ji binpêkirina berdewam a Îranê li ser serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê re tuneye.”

Li gor Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê da zanîn: “Em êrîşa şeva borî ya Komara Îslamî ya Îranê li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.”

Di berdewamiyê de tekez kir: “Tu bihane ji binpêkirina berdewam a Îranê li ser serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê re tuneye û binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî û pêwendiyên cîrantiyê ye.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Em bang li Komara Îslamî ya Îranê dikin ku dest ji van êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê berde, ji ber ku aramî qet bi tundiyê pêk nayê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li dost û hevbeşên xwe yên li Hikûmeta Federal, Netewên Yekgirtî û civaka navdewletî bi giştî dike ku li hember van êrîşên berdewam ên Îranê helwesteke zelal nîşan bidin.