Hikûmeta Kurdistanê daxwazî ji medya Kurd kir
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di civîneke rojnamevanî de daxwaz ji kanalên ragihandinê yên Kurdistanê kir ku ji bo xelk xwe ji vîrûsa koronayê biparêzin xelkê hişyar bikin û bi zanyariyên nerast wan netirsînin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, divê medya bi arasteya xizmeta xelkê û ewlehiya tenduristî û netewî kar bikin.
Wezîrê Rewşenbîriyê yê Herêma Kurdistanê Heme Seîd jî got, ew bi dezgehên medyayî re kom bûne û divê hemû bi hev re rûbirûbûyî vîrusa korona bibin.
Seîd got ku ew daxwaz ji xelkê dikin pabendî rênimayên Wezareta Tenduristiyê bin, ji ber ku tenê pabendbûna bi rênimayan, dikarin xwe biparêzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin