Hikûmeta Kurdistanê ji bo 'Roja Asûrê' betlaneya fermî ragihand

17 August 2021 18:31 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê ji bo 'Roja Asûrê' betlaneya fermî ragihand

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Roja bîranîna Aşûreyê wekî roja betlaneya fermî li hemû saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand: “Roja pêncşemê, 19ê Tebaxa 2021ê Aşûre ye û li hemû saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ye.”

Aşûre roja ku Îmam Husên kurê Îmam Elî û hevalên wî hatin şehîdkirin e. Her sal welatiyên Şîe di wê rojê de merasîman li dar dixin û şîna Îmam Husên digrin.

Her sal di roja Aşûreyê de bi sed hezaran welatiyên Şîe, ji cîhanê bi taybetî ji Îran, Afganistan, Pakistan, Lubnan û Behreynê serdana Iraqê dikin ji bo beşdariya merasîmê.

Tevî ku du sal in ji ber vîrusa Koronayê rêgirî li Şîeyên derveyî Iraqê tê kirin, da ku neyên Iraqê, lê dîsa jî hejmarek Şîe ji Îranê bi rêya deriyên sînorî têne Iraqê û beşdarî şîna Îmam Husên dibin.