Hikûmeta Kurdistanê ji bo 32yemîn salvegera Raperînê betlaneya fermî ragihand
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê ya dijî rejîma Beas li hemû saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê betlane ragihand.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil, ragihand ku bi boneya destpêka raperîna gelê Kurdistanê, roja Yekşemê 5ê Adara 2023yan, li hemû saziyên Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ye.
Cotyar Adil got: “Roja Duşemê, 6ê Adara 2023yan, dewama fermî li hemû saziyên Herêma Kurdistanê dest pê dike.”
Gelê Başûrê Kurdistanê 32 sal berê 5ê Adara 1991ê, li dijî rejîma Beas a Iraqê serhildaneke mezin dabû destpêkirin ku piştre bingeha damezrandina hikûmet û parlamentoya Kurdistanê hat danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin