38 hezar Sûriyeyî bo cejna Qurbanê çûn welatê xwe

09 August 2019 22:14 0 dîtin
38 hezar Sûriyeyî bo cejna Qurbanê çûn welatê xwe

PeyamaKurd- 38 hezar xelkê Sûriyê ku koçber bûn û hatin Tirkiyê, bo cejna Qurbanê çûn welatê xwe. Piştî ku li welatê xwe cejna xwe bi eqrebayên xwe re derbas bikin, dê car din dagerin Tirkiyê lê yên ku bixwazin dikarin li welatê xwe bimînin. Jimara li jorê ew jimare ye ku ji 22 yê temmûzê heya niha di deriyê Cîlvegözü de derbasî Sûriyê bûne.

Dema ku Sûriyeyî derbas dibin, zarokên wan yên temenê wan di navbera 0-15an de ne, aşiya wan têkirin û hêj nû derbas dibin. Gelek ji koçberên Sûriyê beyan dikin ku eger li welatê wan şer biqede, dê dagerin welatê xwe.