Sûriyeyî bo Cejna Qurbanê vedigerin welatê xwe

26 July 2019 12:43 0 dîtin
Sûriyeyî bo Cejna Qurbanê vedigerin welatê xwe

PeyamaKurd- Welatiyên Sûriyê yê ku li Tirkiyê weke penaber dijîn, bo Cejna Qurbanê di Deriyê Sînorî yê Oncupinarê re, li bajarê Kilîsê derbas dibin û vedigerin welatê xwe.

Welatiyên Sûriyeyî ku dixwazin bo Cejna Qurbanê biçin welatê xwe, ji bo nas û xizmên xwe yên Sûriyê gelek kel û pel û diyariyan jî dikirin û bi xwe re dibin.

Polîs, cendirme û wezîfedarên gumrikê kontrola nasname û eşyayan bi awayekî bilez dikin.

Hat ragihandin ku hejmara kesên ku bo cejnê vegeriyane welatê xwe ji 3 hezaran derbas bûye.