NH: 250 hezar Sûriyeyî dikarin dagerin welatê xwe
PeyamaKurd- Rêvebirê Rojhilata Navîn û Afrîka Bakûr yê Komîseriya Bilind ya Koçberan ya Neteweyên Hevgirtî Amîn Awad li Cenewre bo çapemeniyê ragihand ku ew texmîn dikin di sala bê de, wê 250 hezar koçberên Sûriyê dagerin welatê xwe. Hem bo piştgiriya welatên ku koçberan kirine mêvan jî 5,5 mîlyar dolar xwest ku bê bexşandin.
Awad ragihand ku bo dagera koçberan û astengên li pêşiya dagera koçberan bi lezgîniya xwe (NH) ve girê da û got; eger ew karibin wan astengiyên pêşiya koçberan rakin, jimara koçberên ku dagerin dikare zêde bibe. Weka bidestxistina ewraqên fermî (tapo,nasname), rakirina astengiya leşkeriyê ya li pêşiya koçberan. Awad got ew kesên ku neçûne eskeriyê an di eskeriyê de sefên xwe guhertine, bo wan efû derketiye. Awad weha dewam kir:
“Li Sûriyê bi giştî şer xelas bûye. Îdlîb jî di nav de çend der mane. Ew der jî di nava sînorê muzakereyan de ye ku şer lê çênebe. Halê Sûriyê çendîn xweş bibe, wê ewqas koçber dagerin welatê xwe. Niha li Tirkiyê, Urdunê, Lubnanê, Iraq û Misrê 5,6 mîlyon Sûriyeyî hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin