74 hezar Sûriyeyî bo cejnê diçin welatê xwe

27 May 2018 17:54 0 dîtin
74 hezar Sûriyeyî bo cejnê diçin welatê xwe

PeyamaKurd- Penaberên Sûriyeyî yên ku li Trikiyêne, bo cejna Remezanê navên xwe didin nivîsandin da herin welatê xwe. Heya niha tenê ji deriyê bajarê Kîlîsa Kurdistanê ji 10 hezarî zêdetir kes derbasî Sûriyê bûn.

Xelkê Sûriyê wê heya 13 ê hezîranê karibin di deriyên navbera her dû welatan de; ji deriyê Azezê, Mare, Soran, Aktarin, Çobanbey, Efrîn, Cerablûs û El Babê de herin welatê xwe.

Kaxezên penaberan di bin çavdêriya Daîra Koçberan de, beşa polis û cendirmeyan temam kirine. Dermanên berxwedana bedena zarokan yên heya 15 saliyan jî hatin temamkirin.

Bo pîrozkirina cejna Remezanê kesên ku herin Sûriyê wê heya 6 ê tîrmehê karibin dagerin.