Bi deh hezaran Sûriyeyî ber bi Sînorê Tirkiyê ve diçin
PeyamaKurd – Piştî gurbûna şerî li Idlibê, bi deh hezaran welatiyên Sûriyeyî ber bi Sînorê Tirkiyê ve diçin. Bi tene di 4 rojên dawiyê de 60 hezar kesan Maarat el Nûman terikandiye.
Piştî artêşa Sûriyê li dijî serhildêran operasyonên xwe zede kirin û şer gur bû, bi deh hezaran welatiyên Sûriyeyî ber bi sînorê Tirkiyê ve direvin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Reutersê ku xwe dispêrê çavkaniyên xwecihî, serhildêr û saziyên alîkariyê yên mirovî, bi tenê di çar rojên dawiyê de 60 hezar kesan ber bi sînorê Tirkiyê ve reviyane.
Abdullah Yunusê ku li Idlibê dijî, ragihand ku ‘bêrawest mirov ji herêmê diçin’.
Hêzên Rizgarkirinê jî diyar kirin ku bi tene di 4 rojên dawiyê de 60 hezar kesî herêm terikandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin