Ji DEM Partiyê daxuyaniya Basak Demirtas: Me qebûl kiriye, ti pirsgirêk tune!
PeyamaKurd – Wekîla Seroka Koma DEM Partiyê di Parlamentoya Tirkiyeyê de, Gulîstan Kiliç Koçyigit, derbarê namzediya hilbijartinên şaredariya Stenbolê ya hevjîna Selahattîn Demirtaş, Başak Demirtaş de daxuyanî da.
Koçyigit di civîna rojnamevanî ya li parlamentoyê de, li ser pirsa ‘Gelo Başak Demirtaş ji bo namzediya şaredariya Stenbolê serlêdan kiriye?) got ku Başak Demirtaş bi fermî serlêdana namzediyê li partiyê nekiriye, lê ew daxuyaniya wê ya beriya niha wekî serlêdana fermî qebûl dikin.
Wekîla Seroka Koma DEM Partiyê diyar kir: “Wekî ewraq serlêdaneke wê nîne. Ji xwe daxuyaniya wê serlêdanek e. Mev ev serlêdan wergirt û qebûl kir. Ti pirsgirêk tune ye.”
Başak Demlrtaş hefteyên borî, piştî hevdîtina li Girtîgeha Edirneyê bi hevjînê xwe Selahattîn Demirtaş re, gotibû, ew dikare bibe berbijêra hilbijartinên şaredariya Stenbolê.
Hêjayî gotinê ye, DEM Partiyê ji bo nîşandana namzedê Stenbolê biryara xwe eşkere nekiriye û li gorî kûlîsan hê jî hevdîtinên bi CHPê re li ser hilbijartinên herêmî yên bajarê Stenbolê dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin