Ji Berdevka DEM Partîyê daxuyaniya namzediya Basak Demirtas a Stenbolê...

04 February 2024 16:35 0 dîtin
Ji Berdevka DEM Partîyê daxuyaniya namzediya Basak Demirtas a Stenbolê...

PeyamaKurd – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelon (DEM Parti) Ayşegul Dogan, îro Yekşemê 4ê Sibatê li navenda partiya xwe civîneke rojnamevanî li dar xist û ragihand, wan biryar daye li Stenbolê bi namzedên xwe tevlî hilbijartinên şaredariyan bibin.

Ayşegul Dogan da xuyakirin ku ew dê heta 9ê Sibatê namzedên Stenbolê û bajarên din diyar bikin û hevdem bi raya giştî re jî parve bikin.

Li ser namzediya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û navê Başak Demirtaş jî Dogan got, di nav hewzê namzedan de Başak Demirtaş jî û gelek kesayetên navê wan li raya giştî belav bûne hene û partî niha wan navan dinirxîne.