Namzediya Basak Demirtas wê li DEM Partiyê were gotûbêjkirin

25 January 2024 12:44 0 dîtin
Namzediya Basak Demirtas wê li DEM Partiyê were gotûbêjkirin

PeyamaKurd – Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) wê îro daxuyaniya Başak Demîrtaş a "Eger partî guncav bibîne, ez dikarim bifikirim" ya ji bo namzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IMM) wê binirxîne.

Ji bo hilbijartinên herêmî yên ku di 31ê Adarê de li seranserê Tirkiyeyê tên lidarxistin û kêmî du meh û nîv mane, namzetên partiyên siyasî diyar dibin.

Hevsera Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku 7 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye Başak Demîrtaş, têkildarî namzetiya xwe ya ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wiha got: “Ger gel bixwaze, partiya me guncav dibîne û em di wê baweriyê de ne ku wê rê li ber demokrasî û aştiya civakî veke, em dikarin vê yekê binirxînin.” Daxuyaniya wê rojeva siyasetê jî guhert.

Piştî vê daxuyaniyê çavên CHPê li biryara DEMê ye. Ev daxuyaniya Başak Demirtaş a ku hat zanîn ji bo Partiya DEMê surprîz e, wê di lijneyên partiyan de bê nîqaşkirin.