Tirkiyê 25 sêwirmendên leskerî sandin Iraqê

26 January 2021 19:02 0 dîtin
Tirkiyê 25 sêwirmendên leskerî sandin Iraqê

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku wan 25 şêwirmendên leşkerî ji bo perwerdeya serbazî û rahênana artêşa Iraqê şandiye Bexdayê.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku şandina 25 şêwirmendên serbazî ji bo Iraqê di çarçoveya erkên hevpeymaniya NATO de ye ku Tirkiye jî endamê wê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şêwirmendên leşkerî ji bo piştevaniya artêşa bira û dost ya Iraqê di çarçoveya misyona NATOyê de bo Iraqê hatine şandin.