Tirkiyê ji meha Adarê ve 4 hezar û 600 wesayîtên leskerî sandin Idlibê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tirkiye şandina çek û hêzan bo Idlibê berdewam dike û herî dawî di nava rojekê de, 70 wesayîtên leşkerî derbasî herêmê kirin. Li gorî SOHRê ji destpêka meha Adarê heta niha Tirkiyê 4,600 wesayîtên leşkerî derbasî herêmê kirine.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku doh 11ê Tîrmehê artêşa Tirkiyê derdora 30 wesayîtên leşkerî di dergeha Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.
SOHRê diyar kir, Tirkiyê 25 wesayîtên din jî, di heman dergehê re derbasî xalên xwe yên leşkerî kirin.
Artêşa Tirk, herwiha 10 wesayîtên din ên leşkerî û lojistîk di dergeha Xirbit El-Coza ya Rojavayê Idlibê re derbasî Rojavayê Cisir El-Şixûr kirin.
Li gorî SOHRê hejmara giştî ya wesayîtên leşkerî ji destpêka meha Adarê heta niha, gihîştiye 4 hezar û 600 wesayîtan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin