Di 9 mehan de 51 hezar û 415 kes ji Tirkiyê koç kirine
PeyamaKurd - Platforma Koçê ya Mezopotamyayê ragihand ku di 9 mehên destpêka 2023an de, ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 51 hezar û 415 kesan li Ewropayê daxwaza penaberiyê kirine ku ji sedî 80yê wan Kurd in.
Platforma Koçê ya Mezopotamyayê ya ku ji Komeleya Çavdêriya Koçê û Lêkolînê ya Mezopotamyayê, Komeleya Çavdêriya Koçê, Komeleya Çavdêrî û Lêkolîna Koç û Penaberan a Çukurovayê û Komeleya Koçê ya Serhatê pêk tê di 30ê Mijdarê de li Diyarbekirê, civîneke medyayê saz kir û bal kişand ser koça Kurdan a ji Bakurê Kurdistanê.
Li ser Kurdan siyaseta koçkirinê tê meşandin
Hevseroka Komeleya Çavdêriya Koçê û Lêkolînê ya Mezopotamyayê Medya Alkanê daxuyaniya hevbeş xwend û ragihand:
“Li ser Kurdan siyaseta koçkirinê tê meşandin. Ji ber koça Kurdan li ser ziman û çanda Kurdan encamên neyînî derdikevin.
Kurd ji bilî sedemên siyasî û aborî ji ber polîtîkayên taybet ên şer jî koç dikin.”
Hêjmara penaberan ji 9 hezarî derketiya 51 hezaran
Hevseroka Komeleya Çavdêriya Koçê û Lêkolînê ya Mezopotamyayê Medya Alkanê got:
“Sala 2016an ji bo penaberiyê 9 hezar û 675 kesan serî li Ewropayê dabû û di 9 mehên destpêkê yên sala 2023an de ev hejmar gihişte 51 hezar û 415 kesan.
Li gorî amarên fermî mehane kêm zêde 6 hezar kes koçî Ewropayê dikin lê em wiha difikirin ku ev hejmar zêdetir e. Ji sedî 80yê kesên ku koç dikin Kurd in.”
Divê em ax û welatê xwe nehêlin û vala nekin
Alkan dibêje, ji bo ku Kurd koç bikin polîtîkayên taybet têne meşandin û bi vî awayî dixwazin Kurdistanê bê mirov bihêlin û bîr û dîroka wê tune bikin.
Hevseroka Komeleya Çavdêriya Koçê û Lêkolînê ya Mezopotamyayê Medya Alkan herwiha anî ziman:
“Em ne neçar in ku koç bikin û divê em li ax, ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derkevin û aboriya xwe ava bikin û ji bo tax, bajar, xweza û siberoja ve bixebitin.”
Alkanê bangî partiyên siyasî, saziyên sivîl û aliyên pêwendîdar ên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê kir da ku li dijî polîtîkayên koçkirinê rawestin û bi hev re bixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin