Hevjînên Kurd di artêsa Amerîka de bûn sêwirmendên leskerî

25 August 2021 20:24 0 dîtin
Hevjînên Kurd di artêsa Amerîka de bûn sêwirmendên leskerî

PeyamaKurd – Hevjînên Kurd, piştî bidawîkirina tevahiya perwerde û rahênanên leşkerî yên artêşa Amerîkayê, wek leşkerên pispor “Specialist” û şêwirmendên kulturî “Calture Advisor” hatin tayînkirin.

Ew jin û mêrên Kurd, di artêşa Amerîkayê de Kurd û Kurdistanê û qurbaniyên Kurdan bi efser û leşkerên artêşa Amerîka didin nasîn.

Li gorî nûçeya K24ê Hewraz Serçel Celal ku yek ji wan kesên wek şêwirmendê leşkerî hatiye tayînkirin gotiye: “Ew bi hevjîna xwe re karîn li nadvdartirîn binkeya rahênana leşkerî “Fort Jackson” Carolina Başûr rahênanên cesteyî û zihnî û leşkerî yên artêşa Amerîka bi dawî bikin.”

Hewraz û Hêja ji bajarê Silêmaniyê ne û ji sala 2012an ve li Amerîka dijîn, ew ji meha Nîsana 2020an tevlî artêşa Amerîka bûn û piştî bidawîkirina rahênanê, niha bi fermî kar dikin.

Hewraz destnîşan kiriye, wan kariye Kurd, Kurdistan û qurbaniyên Kurdan bi gelek efser û leşkerên Amerîkî bidin nasîn. Herwiha ew wek du Kurd jî beşdariyê di boneyên kulturî de dikin.