Li Rojavayê Kurdistanê serbazekî artêsa Amerîkayê can da
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, serbazekî artêşa Amerîkayê “di bûyerekê de ku pêwendiya wê bi şer ve nebûye” can da.
Serbazekî artêşa Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê can da, lê heta niha sedema mirina wî serbazî nehatiye eşkerekirin.
Li gor Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) roja 4ê Sibata 2022yan de belav kiriye, navê wî serbazî Alex Ram e, temen 20 salî bûye û xelkê wilayeta California ya Amerîkayê ye.
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di daxuyaniyê de eşkere dike, ew serbaz roja 1ê vê mehê li Bingehê Serbazî yê Til Beydar ê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di bûyerekê de ku pêwendiya wê bi şer ve nebûye canê xwe ji dest daye.
Pentagonê hûrgilyên zêdetir eşkere nekirine, lê destnîşan kiriye, derbarê mijarê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Hêjayî gotinê ye, nêzîkî 900 serbazên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê, navçeyên di bin desthilata HSDê û Sûriyê de ne, nêzîkî 2500 rawêjkarên serbazî yên Amerîkî jî li Herêma Kurdistanê û Iraqê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin