Sandeke Artêsa Amerîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

22 July 2019 13:53 0 dîtin
Sandeke Artêsa Amerîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Şandeke payebilind a Artêşa Amerîkayê (US Army) îro serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi rayedarên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) re hevdîtinek pêk anîn.

Hat ragihand, îro Duşemî (22.07.2019) Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê, General Kenneth McKenzie gihîştiye Rojavayê Kurdistanê û li gel hin rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hevdîtin pêk anîne.

 MCKENZİE BI MEZLÛM KOBANÎ Û NÎROZ EHMED RE CIVIYA

Li gor zanyariyan, General Kenneth McKenzie di vê serdana xwe de li gel Fermnadarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî û fermandarekî din ê HSDê yê bi navê Nîroz Ehmed re civiyaye.

Serdana wî generalê pilebilind ê Amerîkayê bo Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye, ku Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey li Tirkiyê ye û biryar e derbarê avakirina Navçeya Aram a li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê de li gel rayedarên Tirkiyê danûstandinê bike