Artêsa Amerîka biryar da hêzeke serker bisîne Herêma Kurdistan û Iraqê
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) biryar e hêzeke şerker bişîne Iraqê û wê hêzê li çend navçeyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi cih bike.
Li gor çavkaniyeke ji Pentagonê diyar kiriye, artêşa Amerîka biryar daye Firqeya Stryker ku ji 1800 leşker pêk tê, bişîne Iraqê li cihê Firqeya 256 Peyade bi cih bike.
Herwiha li gor zanyariyan, hêza şerker a Stryker li baregehên leşkerî yên Amerîka li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û baregeha asmanî ya Eyn Esed bi cih dibe.
Ev di demekê de ye, êrîşên komên çekdar û mîlîşyayên Iraqê li ser baregehên Amerîka zêde bûne û piraniya wan êrîşan bi rêya drone û moşekan tên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin