Hevpeymaniya Navdewletî: Tu hêzeke serker a me û Amerîka li Iraqê nemaye

27 December 2021 12:29 0 dîtin
Hevpeymaniya Navdewletî: Tu hêzeke serker a me û Amerîka li Iraqê nemaye

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê bi daxuyaniyekê diyar kir, ji 9ê vê mehê ve tu hêzeke şerker a Hevpeymanan û Amerîka li Iraqê nemaye.

Hevpeymaniya Navdewletî bi daxuyaniyekê ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê “INA.IQ” re da zanîn, ji 9ê vê mehê ve tu hêzeke şerker a Hevpeymanan û Amerîka li Iraqê nemaye.

Hevpeymaniya Navdewletî eşkere kir: “Em li pêş plansaziyê bûn û me soz û pabendbûnên xwe yên li gor rêkeftina stratekîk a Amerîka - Iraqê de, bi cih anîn”

Herwiha destnîşan kir: “Me karî zû erkên hêzên şerker bi dawî bikira, ew jî bi saya pêşkeftinên mezin ên hêzên ewlehê yên Iraqê û Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê pêk anîne.”

Di berdewamiyê de diyar kir, ji bo hêzên mayî yên Amerîka û Hevpeymanan li Iraqê, erkê wan ê sereke di warê pêşkêşkirina şêwirmendî, alîkarî û piştevaniya hêzên ewlehiyên di rûbirûbûna DAIŞê de berdewam dibe.

Tîrmeha borî di gera çarem a diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de, Serokê Amerîka Joe Biden ragihand, Amerîka erkê hêzên xwe yên şerker li Iraqê bi dawiya îsal re bi dawî dike.