Hevpeymaniya Navdewletî nûçeyên êrîsa li ser hêzên Amerîkayê red kir

05 July 2021 13:01 0 dîtin
Hevpeymaniya Navdewletî nûçeyên êrîsa li ser hêzên Amerîkayê red kir

PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê nûçeyên êrîşa li ser hêzên Amerîkayê li Sûriyê red kir.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto diyar kir, ew nûçeyên qala êrîşekê li ser hêzên Amerîkayê li Sûriyê dikin, ne rast in.

Wayne Marotto şeva Yekşemê li ser hesaba xwe ya twitterê dibêje: “Ti rastiya raporên ku dibêjin îro li Sûrîyê bi moşekan êrişî hêzên Amerîkayê hat kirin tune ye.”

Şeva borî hatibû diyarkirin, ku li sînorê parêzgeha Dêrezorê bi du moşekan êrîşî ser binkeya hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Zeviya El-Omer hatiye kirin.

Lê pişt re Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Ferhad Şamî red kiribû ku ti êrîşek hatibe encamdan û gotibû: “Ti rastiya nûçeyên ku behsa êrişa moşekî ya ku bîrên Konîko li bakurê rojavayê Dêrezorê kiribe armanc, nîne.”

HSDê herwiha destnîşan kir: “Dengên teqînên ku li navçeyê hatiye bihîstin, ji ber rahênanên leşkerî yên bi çekên rasteqîn in ku hêzên me û hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê pêk anîne.”

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê eşkere dike, hêzên wan li vê navçeya naborî rastî ti êrîşan nehatine.