Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li ser êrîsa mûsekî daxuyaniyek da
PeyamaKurd - Di derbarê êrîşa mûşekî ya li nêzîkî hêzên Hevpeymanan ên li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li dijî DAIŞê Wayne Marotto diyar kir, raporên destpêkê destnîşan dikin, mûşek li sînorê hêzên Hevpeymanan neketine xwarê.
Wayne Marotto da zanîn, di encama êrîşan de, tu ziyanên canî û madî çênebûne û li ser rûdanê lêkolînê dikin.
Li gor Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, do êvara Çarşemê, di 20:30an de, şeş mûşek arasteyî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatine avêtin.
Wezaretê diyar kir, mûşek ji sînorê Birtile yê navbera gundên Şêx Emîr û Tercile, ji ser pîkapekê hatine avêtin. Ew dever jî dikeve sînorê Lîwaya 30 ya Heşda Şei'bî. Tîmên me yên taybet, ji bo bidestxistina zanyariyên zêdetir, dest bi lêkolînê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin