Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî: Êrîsa bi dronan a ser Hewlêrê bi sîstema parastinê hat pûçkirin

12 September 2021 12:33 0 dîtin
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî: Êrîsa bi dronan a ser Hewlêrê bi sîstema parastinê hat pûçkirin

PeyamaKurd - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Wayne Marotto da xuyakirin, êrîşa şevê din a li dijî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê sîstema parastinê ve hatiye pûçkirin.

Berdevkê hevpeymaniya navdewletî Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê twîtterê got, ew êrîş li dijî hêzên hevpeyman hatiye kirin lê ti ziyanên canî yên wê êrîşê çênebûne.

Marotto da zanîn, êrîşa ku bi du dronên bombekirî hatibû kirin, bi sîstema parastinê hatiye pûçkirin û yek ji wan dronan beriya ku li hedefê bikeve, hatiye teqandin.

Marotto diyar kir, ew êrîş li dijî serweriya qanûn û serweriya niştimanî ya Iraqê hatiye kirin û got, êrîşên han jiyana xelkê sivîl, hêzên hevbeş yên Iraq û Pêşmerge û hevpeyman dixin metirsiyê.